Qaziyekî Iraqî: Herêma Kurdistanê dê mîna Fransa lê were
Qaziyekî Iraqî bi navê Munîr Hedad, ku tê gotin kurd e û berpirsê dosyeya serokê berê yê Iraqê Sedam Husên bû, ji televîzoyneka Iraqî re gotiye, Iraq dê bibe sê herêman: Herêma kurdan, herêma sunnîyan û herêma şîeyan.
Munîr Hedad behsa wan herêman jî kiriye û gotiye, Herêma kurdan (Kurdistan) dê mîna Fransa, Beljîka û Yûnanê lê were (qesta wî ew e dê pêş bikeve). Herêma sunnîyan dê mîna Kuwêt û Îmaratê lê were û ya şîeyan jî dê mîna gundekî Bengaldeşê lê were!
Basnews
