Li 9 navçeyên Meletî behnvedana dibistanan hat dirêjkirin
Walîtiya Meletî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji ber erdhêja 24ê Çileyê ya li herêmê çêbûye, li somestra dibistanên serateyî û dibistanên amadehiyê li navçeyên Erebgir,Hekîmxan, Erxevan, Darende, Argan, Çirmik, Şîro, Kale, Kuluncak û Wêranşar heta 10 Sibata 2020an hat dirêjkirin.
Herwiha Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duh ragihandibû ku li tevahiyê dibistanên parêzgeha Xarpêtê perwerde heta 10ê Sibatê ragirtiye.
Roja 24ê Çile li demjimêr 20:55ê şevê erdhejeke bi tundiya 6,8 li Sivrîceya Xarpêtê rû dabû û ziyana herî zêde li hin navçeyên Xarpêtê û Meletiyê çêbûbû ku bandora wê erdhejê li temamê bakurê Kurdistanê hatibû hîskirin.
Li Xarpêt û Meletiyê bi hezaran kesên ku ji tirsa erdhejê naçin malên xwe, di çadiran de dimînin. Bi dehan hezar kes li ba xizmên xwe yên derdorê bi cih bûne.
Rudaw
