• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiya li ser nebûna nexweşiya Koronayê gelê Kurdistanê piştrast dike

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
Wezareta Tenduristiya li ser nebûna nexweşiya Koronayê gelê Kurdistanê piştrast dike
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, heta niha li Başûrê Kurdistanê ti kes bi nexweşiya Koronayê neketiye.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, bila tevahiya welatiyên Kurdistanê û tûrîst piştrast bin ku heta niha ti kes bi nexweşiya Koronayê neketiye û ew nexweşî jî derbasî Kurdistanê nebûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, tîmên çavdêriyê bi tundî çavdêriya rewşê dikin û tedbîrên pêwîst jî hatine girtin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê daye zanîn, tenê daxuyanî û agahiyên Wezareta Tenduristiyê û rêxistina tenduristî ya cîhanî (WHO) li ser wê nexweşiyê rast û resmî ne.

Top