Bogdanov û ENKSê li Hewlêrê civiyan
Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîkaîl Bogdanov li bajarê Hewlêrê bi Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê re civiya.
Endamê Komîteya Pêwnediyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro derbarê vê mijarê de ji K24ê re ragihandib, ew ê di civîna bi Bogdanov de, pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tevgera hêzên Rûsyayê li Rojhilatê Firatê û herwiha mijara nivîsandina Destûra Sûriyê gotûbêj bikin.
Mîkaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.
