• Wednesday, 11 February 2026
logo

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
DAIŞê li Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir
Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir û di encamê de 2 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Polîsê Kerkûkê, Efrasiyaw Kamîl êrîşa DAIŞê piştrast kir û got, çekdarên DAIŞê li başûrê navçeya Tawûqê xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kirine armanc.

Bi gotina Afrasiyaw Kamîl, êrîş bi çekên sivik pêkhatiye û di encamê de 2 serbazên Iraqî hatine kuştin.

Şaneya Ragihandina Cengî jî derbarê êrîşî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, çekdarên DAIŞê li ser riya navbera Bexda-Daqûqê, li parêzgeha Kerkûkê teqe li xaleke pişkinînê ya hêzên ewlehiyê kirine, û di encamê de 2 serbazên Lîwaya 45 a Iraqê hatine kuştin.

Çekdarên DAIŞê di van demê dawiyê de li bakûrê Bexdayê jî êrîşî xalên pişkinînê yên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî kiribûn.

Ew zêdetirî du salan e, ku roj li pey rojê liv û tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgehên Kerkûk, Selahedîn, Diyale, Mûsil û Enbarê zêdetir dibin.

Kerkûk ji sala 2017ê ve û piştî bûyerên 16ê Cotmehê di bin kontrola hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de ye û ti hêzên Kurdî yên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li vê parêzgehê nemane.

Rudaw
Top