Mîkhaîl Bogdanov naveroka serdana xwe bo Hewlêrê aşkere dike
Mîkhaîl Bogdanov ragihand, civînên wî li Hewlêrê gelekî girîng bûn û tê de behsa rewşa navçe û Iraqê kirin.
Diyar kir jî, wî bi Serkirdatiya Kurd re gelek babetên girîng guftûgo kirin. Got jî: Pêşerojeke baş ji bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê heye.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: Kompanyayên mezin ên Rûsya di warê wize de li vir kar dikin û di wê derbarê de me behsa pêwendiyên di warên aborî û wiza de kirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.
Bogdanov li Hewlêrê ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.
K24
