Oznur Bartin: Bi destekî sîstematîk zext li gelê Kurd tê kirin
Hevseroka Şaxa HDPê ya Wanê Oznur Bartin bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û derbarê danîna qeyûman li şûna şaredariyên HDPê û rewşa jinên Kurd de axivî.
Oznur Bartin bibîr xist ku di hilbijartinên wan demên dawiyê de her tim HDP bi serketiye û got: “Xelkê Wanê dengê xwe didin HDPê û jê re dibêjin em dixwazin hûn xizmeta gel bikin, lê mixabin îradeya gel nayê qebûlkirin û li şûna şaredariyên me qeyûm hatine danîn. Girtin, desteserkirin û şikandina îradeya polîtîk li ser HDP û gelê Kurd dizivire.”
Bi gotina Oznur Bartin ji ber danîna qeyûm û girtina siyasetmedaran di nav xelkê de nerazîbûneke mezin heye û derbarê vê yekê de jî ew dibêje: “Dixwazin gel bindest bibe, nexweşiyan bibîne û hêjar bibe. Bêguman ev yek bandorê ji pîran bigire heta xortan, jinan hemûyan dike. Tirs xistine di nav dilê gel de, lê gel qet gaveke paşve neavêtiye û bi tevahiya germahiya xwe piştevaniya HDPê dikin. Me ev rojên nexweş ne bes îro dîtine, herwiha me dîroka xwe de jî komkujî, girtin û tinebûn dîtine. Lê niha bi destekî sîstematîk zext li gel tê kirin.”
Li ser zehmetiyên jinan jî Bartin got: “Bi taybetî li ser jinan tişteke cuda têne mêşandan û van demên dawiyê de gelek hevalên me yên jin girtine û dixwazin jinan bindest bikin û bixin di malan de. Wate ji bo jina dibêjin xwe bêdeng bike. Bi taybetî ew jinan ditirsin. Sedema sereke girtinan jî ev e. Jin neheqiyê qebûl nakin.”
Rudaw
