• Wednesday, 11 February 2026
logo

“Nexweşiya Korona gihîştiye bajarê Necef yê Iraqê jî!”

Gulan Media January 30, 2020 Nûçe
“Nexweşiya Korona gihîştiye bajarê Necef yê Iraqê jî!”
Tê gotin ku kesek li bajarê Necef yê Iraqê bi nexweşiya “Korona”yê ketiye lê rêveberiya tunduristiya bajêr vê yekê red dike.

Beşek ji çavkaniyên medyayî yên Iraqê dane zanîn ku li bajarê Necef yê Iraqê kesek bi nexweşiya Koronayê ketiye û li nexweşxanê hatiye razandin.

Rêveberiya tunduristiya Necefê îro danê sibê li ser wan nûçeyan daxuyaniyek da û ragihand, ew nûçe derew in û ti kes li Necefê bi wê nexweşiyê neketiye.

Tê gotin ku hejmara kesên ku li Çînê ji ber nexweşiya Koronayê mirine, gihîştiye 162 kesan.



Basnews
Top