Kirmaşan dibe paytexta çandî ya bajarên Asya
Serokê Şaredariya Kirmaşanê Nadir Newrozî ragehand, li gor dûvçûn û lêkolînên emaneta munteda ya Serok Şaredariyên Asya, ji ber şiyana rewşenbîrî û çanda dewlemend û çalakiyên rewşenbîrî û çandî ku di sala borî de li Kirmaşanê pêkhatine, Kirmaşan wek paytexta Çandî ya bajarên Asya ya sala 2025ê hatiye destnîşan kirin.
Herwaha got, Kirmaşan bajarê herî mezin ê rojavayê Îranê ye û bajarê herî mezin kurd e. 4 hezar şûnwarên dîrokî li xwe digre û herwaha xwediyê çandên hemûcureyî ye, ji bo helbijartina Kirmaşanê wek paytexta çandî ya bajarên Asya ya sala 2025ê rûmeteke mezin e.
Basnews
