• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê pêwendiyên ligel Rûsya bi Bogdanov re girte dest

Gulan Media January 29, 2020 Nûçe
Serokê herêmê pêwendiyên ligel Rûsya bi Bogdanov re girte dest
Nêçîrvan Barzanî, daxwaza herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Rûsya di hemû waran de tekez kir û destxweşî li kar û çalakiyên kompanya Gazprom ya Rûsî, di kerta enerjiyê de li herêma Kurdistanê dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Mîxaîl Bogdanov - Nûnerê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û şandek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazprom re civiya.

Di civînê de, her du aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kirin û tekezî liser giringiya hewldan ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nebûn a Iraqê di meydana kêşe û milmilaniyên hêzên herêmî û navdewletî kirin. Herweha ronahî xistin ser xwepêşandan û hewlên ji bo diyarkirina Serokwezîrê bê yê Iraqê, û pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

Rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, pirsa Kurd û paşeroja wan di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsya li wî welatî, herweha berdewamiya metirsiyên terorê û çawaniya rûbirûbûn a wê, prosêsa aştiyê li Rojhilata Navîn û dawî pêşhateyên kêşeya Filistîn û Israîlê, beşek din ê civîna her du aliyan bû.

K24
Top