• Wednesday, 11 February 2026
logo

Vîrosa Korona gehêşte Îmaratê

Gulan Media January 29, 2020 Nûçe
Vîrosa Korona gehêşte Îmaratê
kesên ku bi vîrosê ketine di bin çavdêriya tendirostî dene
Îro wezareta tendirostî ya Îmaratên Yekgirtî yên Erebî belav kir hêzên tendirostî karîne di encama pişkinîn û cerbandinan de, yekem bûyera ketin bi vîrosa Koronayê tomar bikin.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îmaratê ev vîros di nava endamên malbeteke Îmaratî de yaku ji Çînê vegeriyane hatiye dîtin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha ev kesên han di bin çavdêriya tund ya tendirostiyê dene û rewşa wan başe.

Weke tê zanîn ku ev çend roja vîroseke nû ya bi nava Korona li Çînê belav bûye û heta niha 132 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 6 hezar kesên din bi vîrosê ketine.
Top