Golparêzê Kurd ê navdar girêbestek li gel tîmeke Ewropayê îmze kir
Elîriza Bîranwend golparêzê tîma Persepolîs e li Tehranê, ev heyameke dixwaze li Ewropayê bilîze, lêbelê tîma Persepolîsê ji ber nebûna golparêzekî baş li cihê wî bi vê yekê razî nedibû. Lê di heyama çend rojên derbasbûyî de wî golparêzê Kurd û tîma wî rêyek dîtin ku ku di qazanca herdu aliyan de ye.
Li gor wê rêkevtinê, tîma Persepolîsê ji ber rizamendiya bo transefera Bîranwend, 700 hezar dolar dê werbigire û heta bi dawîhatina Super Lîg a Îranê, ew dê li gel tîma xwe bimîne û bi vî awayî Persepolîsê kêşeya golparêziyê namîne heta wê demê.
Piştî vê rêkevtin û rizamendiya tîma xwe, golparêzê Kurd ê navdar, şeva derbasbûyî bi awayekî fermî li gel tîma Royal Antwerp a Belçîkayê girêbestek îmze kir. Ew girêbest bo maweyê 3 salan e û bihayê wê jî 4 milyon dolar e.
Pêş Royal Antwerpê, Bîranwend pêşniyaza tîma Genk a Belçîkî qebûl kiribû û vê têmê bireke pere jî bo wergirtina rizamendiyê ji tîma Persepolîsê dabû, lêbelê Elîriza Bîranwend biryara xwe li ser tîma Royal Antwerpê da.
Elîriza Bîranwend, xelkê parêzgeha Loristanê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Ew golparêzê Kurd ji sala 2014an heta 2019an baştirîn golparêzê Super Lîga Îranê bû û sala 2019an jî weke ‘Baştirîn Golparêzê Îranê’ hat hilbijartin.
Elîriza Bîranwend, sala 2015an bû golparêzê yekem yê Tîma Netewî ya Îranê û di beşdarbûna tîma Îranê bo Kûpaya Cîhanî ya 2018an a li Rûsyayê, xwedî roleke mezin bû ku di pêşbirkên komê de qet golek nexwar.
Golparêzê 25 salî yê Kurd di Kûpaya Cîhanê de derketibû 3 yariyan û tenê 2 gol xwaribûn û penaltiya Ronaldo xilas kiribû.
Golparêzê Kurd Elîriza Bîranwend di hevpeyvînekî de aşkere kiribû ku piştî Kûpaya Cîhanê ji gelek tîmên cîhanê ji bo veguhestina wî daxwazî hatine kirin ku tîma Beşîktaş a Tirkiyê, Dînamo Kîev a Ukraynayê û herwiha Torîno ya Îtalyayê, hin ji wan tîman bûn.
Elîreza Bîranwend di nav golparêzên herî baş ên cîhanê de di rêza nehemîn de cih digire.
Rudaw
