Wezareta Tenduristiyê: Ti haleteke nexweşiya korona li Kurdistanê nehate dîtin
Hinek malperên nûçe û medyayê nûçeyek belav kirin ku tê dibêjin, vîrusa Korona derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûye. Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva van îdiayan da.
Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê di bersiva xwe dibêje ew nûçe û agahiyên dibêjin nexweşiya vîrusa korona derbasî Herêma Kurdistanê bûye derew in.
Derbarê mijarê de Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî dibêje bila welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast bin ku ti haleteke nexweşiya vîrusa korona li Kurdistanê nehate tomarkirin û wan rêkarên pêwîst bo parastina welatiyan kirine.
Li gorî amarên fermî yên dewleta Çînê vîrusa korona heta niha li sê hezar kesan belav bûye û ji ber wê nexweşiyê 81 kesan canê xwe ji dest dane.
Vîrusa korona yekem li bajarê Wuhan yê Çînê hat dîtin û piştre li çend welatên din jî belav bû û heta niha jî çareseriyek ji wê vîrusê re nehat peydakirin.
Li bajarê Wuhanê nexweşxaneyeke taybet bo nexweşên vîrusê tê avakirin ku biryar e di heyama 6 rojan de temam bibe.
Rudaw
