Îran – Li Şîrazê erd hejiya: 33 kes birîndar bûn
Duhî derdora saet 16:30 bi dema Hewlêrê (17 bi dema Îranê) li bajarê Şîraz yê Îranê erd bi tundiya 5.4 hejiya.
Li gorî medyaya Îranê, navenda wê erdhejê nahiya Xan Zêniyan ya Şîrazê bûye û di encama wê erdhejê de 33 kes birîndar bûne.
Di heman saetan de li bajarê Bafq li parêzgeha Yezd ya Îranê jî erd bi tundiya 4.2 hejiya.
