Berpirsên Emerîkayê: Ew firoke ya têkşikestî li Evxanistanê serbazî ye û taybete bi hêzên Emerîkayê
Ajansa Royterz li ser zarê hejamreke berpirsên Emerîkayê belav kirîye, mebesta Bizava Talîbanê ji ragehandina berpirsyarîya xwe ji xistina firokeyekê, ne eve lê firokeyeka dî ya biçûke ku ew jî ser bi hêzên Emerîkayê bû.
Wek wê ajansê amaje pêkirîye, piştî ku Talîbanê berpirsyarîya xwe ji xistina wî firokeyê ragehandîye, wezareta berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) heya niha red nekirîye û ti komintek nedaye derbarê evê mijarê.
Piştî ku evero têkşikandina firokeyeka Emerîka li Evxanistanê hate ragehandin, Zebîhullah Mucahî, gotebêjê Bizava Talîban berpirsyarîya Bizavê ragehand ji xisitina wê firokeyê û kuştina tevaya sernişînên wê ragehand.
