• Wednesday, 11 February 2026
logo

Berhem Salih hewl dide bê helbijartin bibe serokê YNKê

Gulan Media January 27, 2020 Nûçe
Berhem Salih hewl dide bê helbijartin bibe serokê YNKê
Endamê encûmena giştî ya rêveberiya YNKê Berhem Salih li bendê ye bê helbijartin bibe serokê partiye û berpirsekî YNKê jî aşkera dike, eger proseya dengdanê birêve biçe Berhem Salih dê xwe ji namzed kirinê vekêşe.

Li gor zanyariyên berpirsekî YNKê yê nêzîk Berhem Salih ji BasNewsê re ragehandiye, endamê encûmena giştî yê rêveberiya YNKê Berhem Salih, kar li ser wê yekê dike ku baskên cuda yên partiyê razî bike, di jor de derveyî helbijartinê bibe serokê YNKê.

Herwaha diyar kir, eger ti namzedekî peywira serokê YNKê nebe, wê demê Berhem Salih dê bibe namzed, lê eger namzedên din hebin û bi dengdan serokê YNKê bê helbijartin, wê demê dê xwe ji namzediyê bikşîne.

Berî naha cîgirê berpirsê malbenda YNKê yê Duhokê Elî Oremarî ji BasNewsê re ragehandibû, zanyarî hene ku Lahor Cengî bo serokatiya YNKê dê bibe namzed. Piştre jî rojnamevanê nêzîk Mela Bextiyar, Sertîp Weysî jî aşkera kir li gel Lahor Cengî, herwaha Pavil Talabanî jî dê bibe namzedê serokê YNKê.

Li gor zanyariyên BasNewsê Berhem Salih bi beşdar kirina Lahor Cengî ya forma aborî ya Davosê li Swîsrê ve û piraniya rûniştinên li gel serokên welatan de wek yek ji endamê şandeya Iraqê (Bê ku ti pêgehekî wî ya fermî li Iraqê hebe) beşdar kir, hewl da ku piştevaniya Lahor Cengî bidest bîne.

Basnews
Top