• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê derbarê salvegera Holocaust peyamek weşand

Gulan Media January 27, 2020 Nûçe
Serokê herêmê derbarê salvegera Holocaust peyamek weşand
dibêje hîn jî lazime gelek hewl werin dayîn
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêgeha xwe ya twitterê derbarê salvegera komkujiya Yehûdiyan (Holocaust) peyamek balav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Salvegera Holocaust ev yek bi bîra me tîne ku mirovatî bo rawestandina komkujiyan û bibîr anîna qurbaniyan karên gelek zêde kiriye.

Barzanî di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye; Hîn jî rêyeke dûr û dirêj li berdem me deye bo parastina xelkê ku bûye armanc li seraserê cîhanê daku ji komkujiyê were parastin. Lazime bêjin ku nabe bi ti awayî tiştên wisa dubare bibin û ev yek jî bi siyast û danîna mekanîzimin goncaw dibe.

Weke tê zanîn di sala 1941 heta 1925 prosesa komkuj kirina Yehûdiyan destpê kiribû û di encam de zêdetir ji 6 miliyon Yehûdî hatibûn kuştin.

Top