Tirkiyê malbatên çekdarên opozisyonê li Serê Kanîyê bicîh dike û navendeke serbazî ava dike
Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav kirîye, artêşa Tirkiyê dest bi avakirina navendeka serbazî li gundê Mişrafe ya Serê Kanîyê kirîye.
Riwangehê belav kirîye jî, artêşa Tirkiyê heftê malbatên çekdarên opozsyonê li gundên Mirîkîs, 'Etîye û hejmareke gundên başûrê bajarokê 'Elûk yên ser bajarê Serê Kanîyê bicîh kirîne.
Berî niha jî, ajansa fermîya Sûriyê SANA belav kiribû, ku Tirkiyê navendên xwe yên serbazî li Serê Kanîyê ava dike û bi sedan malbatên çekdarên opozisyonê jî li wî bajarî bicîh dike û demografîya wê diguhere.
K24
