• Wednesday, 11 February 2026
logo

Baregeha Barzanî sersaxî da qurbaniyên erdheja Bakûrê Kurdistanê

Gulan Media January 26, 2020 Nûçe
Baregeha Barzanî sersaxî da qurbaniyên erdheja Bakûrê Kurdistanê
dibêje bila bilez hevkarî pêşkêşî wan were kirin
Baregeha Barzanî ji ber erdheja Bakûrê Kurdistanê peyameka sersaxiyê belav kir

Baregeha Barzanî li ser erdheja Bakûrê Kurdistanê, ku şeva borî qewimî û heta niha gelek kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, peyameka sersaxiyê belav kir. Naveroka peyamê wiha ye.

“Mixabin şeva borî ji ber erdhejeka bihêz li Bakûrê Kurdistanê û deverên kurdnişîn yên Tirkiyê, komek welatiyan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Em ji ber vê rûdana bi êş, sersaxî û hevxemiya xwe digihînin mirov û malbatên qurbaniyan û xwe şirîkê xemên wan dibînin û hêviya başbûna birîndaran dixwazin.

Em hêvîdar in di demek kurt de alîkarî û hawarçûna pêwîst bigihên mexdûrên wê rûdanê.
Top