Wezareta Perwerdê: Li her devera ku berfek zêde barîbe, bêhnvedan tê ragihandin
Ev çend roj in li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berfek giran dibare. Li hinek deveran rêk hatine girtin û hatin û çûn hatiye sekinandin.
Wezareta Perwerdeya Kurdistanê li ser vê rewşê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li her devera ku berfek zêde barîbe rêveberiya wir dikare bêhnvedanê ragihîne.
Basnews
