Pentagon: Kurd û Sune bi mana hêzên Amerîkî li Iraqê re ne
Peyvdarê Pentagonê Jonathan Hoffman di konferanseke rojnamevanî de ragihand, nûnerên Kurd û Sune daxwaz kirine, hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.
Amaje bi wê da, hîna erkê wan di şerê li dijî DAIŞê de bidawî nebûye û ji bo wê gefê jî pêwîstiya Iraqê bi mana hêzên Amerîk û Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Diyar kir jî, Amerîka sîstema mûşekî Patriot li çend cihên Iraqê datîne û artêşa Amerîka jî cihê wan destnîşan dike.
Parlemana Iraqê berî çend rojan biryara derkirina hêzên biyanî ji Iraqê pesend kiribû, di civîna Parlemanê de jî perlemanterên Kurd û hin perlemanterên Sune beşdar nebûbûn.
Rudaw
