• Tuesday, 10 February 2026
logo

Kesê bi navê Selwan Momîka ku Quran şewitandibû li Stockholmê li mala xwe kuştî hate dîtin

Gulan Media January 31, 2025 Nûçe
Kesê bi navê Selwan Momîka ku Quran şewitandibû li Stockholmê li mala xwe kuştî hate dîtin

 Selwan Momîka ku penaberekî Iraqî ye û gelek caran Qurana Pîroz şewitandibû, li mala xwe ya li taxa Swedertalia ya li başûrê Stockholmê kuştî hat dîtin.

Li gorî malpera Swêd24, şeva borî 29-01-2025an derdora demjimêr 23:00ê kesek derbasî mala Salwan Momika bû, gule li wî da û ew kuşt.

Momîka roja 28-6-2023an di yekemîn roja Cejna Qurbanê de, Qurana Pîroz li Stockholmê şewitandibû. Piştre, wî ev yek sê carên din dubare kir. 

Vê tevgerê Momîka li ser asta cîhana îslamî, erebî û heta ewropî rastî nerazîbûnê hatibû. Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê hat şewitandin û Iraqê balyozê xwe yê li Swêdê vekişand.

Navê Selwan Momîka, Sebah Metta Momika ye, ew di 23-06-1986an de li bajarokê Hemdaniyê (Qaraqûş) ku piraniya şêniyên wê Xirîstiyan in, li parêzgeha Nînewayê ji dayik bûbû. Piştî derketina DAIŞê di salên 2016 û 2017an de, wî grûpeke çekdar a bi navê grûpek bi navê “Ketîbeyên Bazên Sûryanî” û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûryanî ava kiribûn.

 

Basnews

Top