• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê.. ji ber teqîna gaza malan çar kes bûne qurbanî

Gulan Media January 31, 2025 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê.. ji ber teqîna gaza malan çar kes bûne qurbanî

Li gundekî sinorê bajarkê Nexedeyê yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber şewateke gaza malan, teqînek çê bû û du kes mirin û çar kesên din jî birîndar bûn.

Birêveberê Hawarhatina Bajarkê Nexedeyê Emîr Axa Elî Nejad ji ajansa IRNAyê re ragehand, “Ji ber dêrandina gazê di nav xaniyekî de li gundê Masuweyê, îro (Pêncşem, 30.01.2025) teqînek çê bû û mêrek û jinek mirin, ku her du endamên malbatekê ne.”

Birêveberê Hawarhatina Bajarkê Nexedeyê herwesa amaje da, “Her ji ber vê rûdanê, çar kesên din ên wê malbatê bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Nexedeyê hatine veguhastin.”

 

K24

Top