• Wednesday, 11 February 2026
logo

Partiya Babacan jî, nêzîk tê damezrandin

Gulan Media January 25, 2020 Nûçe
Partiya Babacan jî, nêzîk tê damezrandin
Ligor Independent a beşê Tirkî, Partiya ku dê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê berê Ali Babacan de, bê damezrandin, ketiye prosesa avakirinê de.

Tê ragihandin, ku bernameya Partiyê qediya ye û niha liser destûr, nav, logo û xebatên din ên dawî yên partiyê tên kirin.

Partiya Babacan, ku tê bawerkirin, dê dinav AK Partî ya desthilat de derizandinê bike, bandorek neyênî li desthilata AK Partî bike, li herêmên Kurdî jî, tê çaverêkirin, ku ji Partiya Nû hatiye damezrandin – Partiya Paşerojê (Gelecek Partisi) ya Serokwezîrê berê Ahmed Davutoglu, zêdetir piştgiriyê bibîn e.

Ligor tê çaverêkirin, Partiya Babacan herî dereng heta nîv ê meha Sibatê dê serîlêdana xwe li Wezareta Navxweyî bike…

K24
Top