• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Geverê keş û hewaya sar jiyan rawestand

Gulan Media January 24, 2020 Nûçe
Li Geverê keş û hewaya sar jiyan rawestand
Li bajarokê Geverê yê ser bi parêzgeha Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, welatî ji ber hewaya sar, seqem û cemedê otomobîlên ‎xwe bi naylonê dipêçin.‎

Li bajarokê Geverê yê Colemêrgê hewayeke gelekî sar û mij heye. Li wî bajarokî mesafeya dîtinê daketiye ‎‎5 metreyan û çûn û hatin zehmet bûye.

Herwiha welatî bi armanca ku otomobîlên xwe ji cemedê ‎biparêzin, wan bi naylonê dipêçin.‎

Pêleke sir û sermayê û barîna berfê gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye û vê yekê li Gevera ‎Colemêrgê bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Ji şeva Çarşemê ve li bajêr mij heye û ‎mesafeya dîtinê daketiye 5 metreyan, lewma di çûn û hatinê de pirsgirêk derdikevin.‎

Li gor zanyariyan, li Geverê pileya germiya hewayê 20 pile daketiye jêr sifrê û otomobîlên li parkan bi naylonê hatine pêçan, daku ‎mekîneyên wan buz negirin.

K24
Top