Li gundekî Efrînê 10 welatiyên kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin
Çavkaniyên nêzîkî YPGê dane zanîn, duhî li gundê Maratê yê Efrînê, 10 welatiyên kurd ji aliyê îstixbarata Tirkiyê û çekdarên wan ve hatin revandin.
Li gorî agahiyan, di nav wan kesan de jinek jî heye û nayê zanîn çima ew welatiyên kurd hatine revandin.
Ew kesên ku hatine revandin, ev in:
Rêzan Elî, Seîd Xelîl, Elî Henan, Elî Xelîl, Rûken Heyder, Ehmed Evdo, Selah Ebdulrehman, Selah Memo, Ehmed Omo û Ehmed Bozan.
Basnews
