Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Dr. Deştî Dizeyî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê, sersaxî li malbatê Dr. Deştî Dizeyî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Çile di daxuyaniyekê de got: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawî ya bijîjk û kesayetiya naskirî ya Hewlêrê Dr. Deştî Dizeyî bihîst.”
herwiha got: “Xwedêjêrazî di warê bijîşkî û tenduristiyê de xizmet kiriye. Ez pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û xizmên xwedêjêrazî dikim û hevbeşê xemgîniya wan im.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wî.”
K24
