Kerxî Altiparmax: Bingehê piştevaniya li pêkhateyan fikra Serok Barzanî ye û naha dewletên derdorê jî heman tiştî dikin
Serokê Tevgera Demokratîk a Tirkmenan behsa helwêstê Serok Barzanî ya derbarê piştevaniya pêkhateyan dike û dibêje: Nêrîna Serok Barzanî wisa kir, pirsa mafên pêkhateyan di zihnê siyasetmedaran de bicîh bibe.
Serokê Tevgera Demokratîk a Tirkmen Kerxî Altiparmax ji BasNewsê re ragehand: Nêrînek hebû ku dixwest pêkhate wek kêmîne li wan bê nêrandin, ku wan ji netewa kurd cuda bikin, lê nêrîna Serok Barzanî wisa nebû ku ew kêmîne ne, berovajî wê wek pêkhateyên resen ên Kurdistanê lê nêrî, ji bo wê jî ew nêrîna Serok Barzanî di hevpeyvîna li gel kanala Şems a erebî de jî dubare anî ziman, ku ew naxwaze wek kêmîne li pêkhateyan bê nêrandin, nêrîna Serok Barzanî ya ji bo mafên pêkhateyan gelek cuda bû. Çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê ava kir. Naha li navçeyê û welatên derdorê jî li ser heman siyasetê dixwazin pêngavan bavêjin. Her Serok Barzanî bû red kir, bê kursiyên pêkhateyan, helbijartin li Kurdistanê bê kirin. Berdewam israr kir ku divê mafên pêkhateyan parastî be û rê neyê dayîn ku bên perçiqandin.’’
Herwaha got: ‘’Serok Barzanî li parlamentoyê temamê fikra kêmîneyan guhert bo pêkhateyê û xemxwarê rast ê pêkhateyan Serok Barzanî ye. Hindek bi navê piştevaniya li pêkhateyan diaxivin û behs dikin, lê tenê ew di gotinê de ye û li ser ekran û televîzyonan dimîne, di rastiyê de me dît, çawa partiyan rikberî dikir bo kêmkirina kursiyên pêkhateyan. Lê yê bi rastî şer ji bo mafê pêkhateyan dike tenê Serok Barzanî ye.’’
Basnews
