Hemas û Tel Avîv bihevguhertina 4 jinên leşkerên Îsraîlê û 200 girtiyên Filîstînî dikin
Tevgera Hemasê 4 leşkerên jin ên Îsraîlê azad kirin û di çarçoveya gera duyem a peymana bihevguhertina Tel Avîvê ya çarçoveya peymana agirbestê li qadên şerê Xezeyê de, radestî Xaça Sor a Navnetewî kirin û Îsraîlê jî li hember wê 200 girtiyên Filîstînî azad dike.
Di nav kombûneke mezin a çekdarên Hemas û Cîhada Îslamî de ew 4 jinên dîlketî bi cilûbergên leşkerên Îsraîlê ve ji otomobîlan hatin derxistin û derketin ser dîkê ku ji bo radestkirina wan hatibû amadekirin û berî biçin ser otomobîlên karwanên Xaça Sor a Navnetewî ku pêşwazî li wan kir, ji bo wan veguhêzin bo Îsraîlê.
Berî radestkirina wan leşkerên Îsraîlê, çekdarên Lîwayên Izedîn Qesam ku baskê leşkerî yê Hemasê ye, bi kamyoneke barhelgir a biçûk ve derdora demjimêr 09:30ê geheştin cîhê radestkirina dîl an. Çekdarên Filîstînî bi çekên sivik û çekên giran û rûyê wan maske û bi bilindkirina alên Filîstînê ve civiyan. Rûniştvanên Xeze jî bi bilindkirina al a Filîstînê ve ji bo dîtina bûyeran li qadê civiyan.
Tevgera Hemasê lîsteya navên 200 girtiyan belav kir ku Îsraîl dê îro li hember wan 4 leşkerên jin azad bike û ragehand, 70 kes ji wan dê bo derveyî Xeze û kenarên rojava re bên şandin.
Basnews
