Serok Barzanî nameyeke serxwaşiyê ji malbat û kesûkarên Dr. Deştî Dizeyî re şand
Duh Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr. Teştî Dizeyî, nameyeke serxwaşiyê pêşkêşî malbat û kesûkar û bijîşkan kir û ragehand: “Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û bijîşk û zanayê kurd Dr. Deştî Dizeyî bihîst.”
Naveroka nameya Serok Barzanî eve:
Binavê xwedê mezin û dilovan
Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û bijîşk û zanayê kurd Dr. Deştî Dizeyî bihîst.
Dr.Daştî Dzeyî piraniya jiyana xwe di xizmeta warên akademîk û bijîşkî yên Kurdistanê û alîkarî û dermankirina nexweşan derbas kir û di heman demê de kesayetiyek niştimanperwer bû û xema tenduristiya welatiyan bû.
Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkar û dost û hevalbendên xwedê jê razî Dr. Deştî Dizeyî û tevahiya bijîşkên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin daxwazkarim ku canê rehmetî Dr. Deştî Dizeyî bi biheştê şa bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Înna lîllahî we înna îlahî rajîoon
Mesûd Barzanî
25.01.2025
Basnews
