• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civînên Serokê Herêma Kurdistanê di roja sêyem a Korbenda Davosê de

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Civînên Serokê Herêma Kurdistanê di roja sêyem a Korbenda Davosê de
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 23ê Çile di sêyemîn roja Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê li gel Wezîrê Derve yê Omanê Yûsif bin Elewî civiya. Herwiha biryare Nêçîrvan Barzanî her îro li gel Serokwezîrê Îtalyayê û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres jî bicive.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel Wezîrê Derve yê Omanê de “tekezî li pêşxistina pêwendiyên navbera herdu aliyan di hemû waran de kir.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Omanê herwiha “rewşa Iraqê û navçeyê û bandora aloziyan li ser aramî û istiqrarê, berfirehkirina hewlan ji bo aramkirina aloziyan, metirsiyên derketina terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên navbera wan, araste û siyaseta miyanrew a Omanê li navçeyê û pêwendiyên wê li gel welatên navçeyê û cîhanê, gotûbêj kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye: “Nêçîrvan Barzanî ji ber jidestdana xwedê jê razî Sultan Qabûs bin Seîd, sultanê berê yê Omanê, dubare sersaxî ji gel û hikûmeta Omanê re xwast. Herwiha bi boneya destbikarbûna sultanê nû, Heysem bin Tariq Al Seîd, pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwnediyên li gel Omanê anî ziman.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya hevdîtinên xwe de li Davosê dê îro li gel Serokwezîrê Îtalyayê jî dicive.

Her îro li Davosê, Serokê Herêma Kurdistanê di panêlekê de behsa rewşa Iraqê dike û hewlêsta Herêma Kurdistanê derbarê pêşhatên herî dawî de eşkere dike.

Nêçîrvan Barzanî li gel her yek ji Nûnera Neteên Yekgirtî bo karûbarên Iraqê, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Dewleta Siûdiyê bo karûbarên derve, di panelekê de bi navnîşana Rojhilata Navîn a Nearam, behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha îro li gel Cgirê Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî û Berpirsê Beşa Rojhilata Navnîn û Afrîqaya Bakur, Merk Dusek hevdîtinekê dike.

Herweha biryar îro serokê Herêma Kurdistanê çend hevdîtinên din ên girîng li Davosê bike û bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re jî bicive.

Nêçîrvan Barzanî şeva bihorî jî li gel her yek ji Serokwezîrê Holandayê Mark Rotte, Şanderê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî hevdîtin kiribû.

Rudaw
Top