• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka: Dibe ku çarenivîsa şûngirê Qasim Sulêymanî jî wek wî be

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Amerîka: Dibe ku çarenivîsa şûngirê Qasim Sulêymanî jî wek wî be
Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Brian Hook debarê çalakiyên Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê yê nû de hişyarî da wî û ragihand, dibe ku çarenivîsa wî jî wek a Qasim Sulêymanî be.

Biran Hook ji rojnameya Şerqul Ewset (Al Sharq al Awsat) re gotiye, “eger Îsmaîl Qaanî (Fermandarê nû yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran) li ser heman rêya kuştina Amerîkiyan biçe, dê çarenivîsa wî jî wek çarenivîsa Qasim Sulêymanî be.”

Îsmaîl Qaanî piştî ku Qasim Sulêymanî roja 3ê Çileya 2020 ji aliyê Amerîkayê ve di êrîşeke esmanî de li Balafirxaneya Bexdayê hat kuştin, bi biryara Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî, wek Fermandarê nû yê Supaya Quds hat diyarkirin.

Qaanî piştî wergirtina posta Fermandariya Supaya Quds, çendîn caran ragihandiye, ku ew dê li ser heman rêbaz û bernameya Qasim Sulêymanî berdewam be.

Bi gotina Qaanî, armanca herî dawî ya wan wek Supaya Quds û Îranê, “derxistina hêzên Amerîakyê ji tevahiya navçeya Rojhilata Navîn e.”

Biran Hook di vê hevpeyvîna xwe ya li gel Şerqul Ewset de ku di kevana Korbenda Davosê de encam daye, herwiha amaje bi cidîbûna Amerîkayê di parastina berjewendiyên xwe li navçeyê de kiriye û diyar kiriye: “Her êrîşek li dijî Amerîkiyan an jî berjewendiyên Amerîkayê, dê rastî berteka me ya tund bihê.”

Hook tekez kiriye: “Ev ne gefeke nû ye, ji ber ku serok (Trump) hertim gotiye ku ew dê bi cidî berevaniyê li berjewendiyên Wîlayetên Yekgirtî bike.”

Berpirsê dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê di berdewamiya axavtinên xwe de gotiye: “Ez fikir dikim ku rejîma Îranê jî êdî fêm kiriye ku nikarin êrîşî Amerîkiyan bikin û encama wê nebînin.”

Roja 3ê Çileya îsal, General Qasim Sulêymanî ku ji Sûriyê derbasî Bexdayê bûbû, li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê de, tevî Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û 8 kesên din hatibû kuştin.

Îranê jî di tola kuştina Qasim Sulêymanî de roja 8ê Çile bi 15 mûşekên balistîk êrîşî binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê kirib.

Rudaw
Top