• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em bi peywendiyên bihêztir û derfetên zêdetir bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin

Gulan Media January 25, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em bi peywendiyên bihêztir û derfetên zêdetir bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek parve kir ku tê de hatiye, “Em bi peywendiyên bihêztir û derfetên zêdetir ji bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23.01.2025 li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek li ser tevlîbûna xwe ya di Korbenda Davosê de parve kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Em bi peywendiyên bihêztir û derfetên zêdetir ji bo paşeroja Kurdistanê ji Davosê vedigerin.”

Mesrûr Barzanî li Davosê di dema çar rojan de zêdetirî 15 civînan bi serokwezîr, wezîr, berpirs, weberhêner û xwediyên kompaniyên cîhanî re kirin, û tê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatan kirin.

Bi tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetirî du hezar û 500 serok û serokwezîr û berpirsên welatan, gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li bajarkê Davosê yê Swîsrayê li roja Duşemê, 20.01.2025, hat destpêkirin.

Korbenda Davosê ji sala 1975ê heta niha berdewam e û ev çar sal in ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî wê korbendê dibe, Mala Kurdistanê jî ev sala duyê ye li Davosê mêvandariya serok û serkirde û şandên welatan dike.

 

 

Basnews

Top