• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump: Leşkerên me li Iraqê ji ber êrîşa Îranê rastî serêşiyê hatin

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Trump: Leşkerên me li Iraqê ji ber êrîşa Îranê rastî serêşiyê hatin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand, êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên wan ên leşkerî li Iraqê, tenê bûye sedemê serêşiyê bo çend leşkerên wan, heger na ti yek ji wan jî bi giranî birîndar nebûye.

Îro 22.01.2020ê êvari li Davosê serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re ragehand, êrîşa tolhildanê ya Îranê ya piştî kuştina Qasim Silêmanî bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê pir metirsîdar nebûye.

Trump bi henekî ve behsa bandora êrîşa Îranê kir û got, wî bihîstiye ku leşkerên wan rastî serêşiyê hatine, lê ez bawerim serêşiya wan jî ne metirsîdar e.

Basnews
Top