Wezîrê Derve yê Sûriyê ji Financial Times re: Me soza garantîkirina mafên Kurdan di destûra nû de daye
Wezîrê Derve yê Sûriyê ji Financial Times re ragehand: Ew plan datînin bo bitaybetkirina aborî û kargehên dewletê, herwaha bangewaziya bihêzkirina bazirganî û rewşa aborî bi rêya veberhênana biyaniyan ve dikin.
Herwaha dibêje: “Nêrîna Esed dewleteke ewle bû, lê ya me pêşketina aborî ye.
Wezîrê derve yê Sûriyê ji aliyekî din ve ragehand: Hinardekirina şoreşê û destwerdana di karûbarên dewletan de ne di plana hikûmeta nû ya Sûriyê de ye. Li şûna vê, tenê ji bo pêşketina Sûriyê dixebitin.
Navborî di derbarê HSDê ku ji sedî 25 a erdnîgariya başûr û rojhilatê Sûriyê di dest wê de ye, ragehand: "Hebûna van hêzan ti behaneyeke xwe tuneye. Ew niha bi van hêzan re danûstandinan dikin û Şam amade ye dest deyne ser girtîgehên ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de ne.”
Her di wê derbarê de got: “Rêveberiya nû ya Sûriyê amade ye wan hêzan li gel artêşê têkel bike ku Tirkiye wan weke metirsî dibîne û pêwendiya wan bi PKKê re heye.”
Şeybanî got: “Me soz daye ku di destûr û hikûmeta nû de mafên Kurdan biparêzin.
Basnews
