• Tuesday, 10 February 2026
logo

BENDAVA TIŞRÎNÊ - Tirkiyeyê dîsa êriş kir

Gulan Media January 23, 2025 Nûçe
BENDAVA TIŞRÎNÊ - Tirkiyeyê dîsa êriş kir

 Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê dîsa xelkê sivîl bombebaran kir.

Li gorî agahiyan kesekî canê xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Tirkiyeyê êrişî wan kesan kiriye ku li Bendava Tişrînê nobedê digirin û kesekî ji Girkê Legê canê xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne.

Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.

Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.

Divê were gotin ku hunermendê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûbû û paşê çûbû ser dilovaniya xwe.

Ev cara 6an e ku Tirkiye û komên çekdar li Bendava Tişrînê sivîlan bombebaran dikin û 11 caran jî karwanên wesayîtên xelkê yên ber bi bendavê ve diçûn, hatin hedefgirtin.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser di van êrişan de de 15 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top