• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê ji bo Washingtonê hat vexwandin

Gulan Media January 23, 2020 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê ji bo Washingtonê hat vexwandin
Şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê zanyarî derbarê beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya forma aborî ya Davosê de dan û amaje bi wê yekê dike ku herêma Kurdistanê take herême ku ji Davos re hatiye vexwandin, herwaha ragehand serokê herêma Kurdistanê ji Washingtonê re hatiye vexwandin.

Şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê Newzad Hadî ji BasNewsê re ragehand, beşdariya herêma Kurdistanê bi dirêjayiya salane li forma aborî ya Davosê wek herêmekî nirx û girîngiya Kurdistanê nîşan dide. Ji ber ewên ku beşdariyê dikin di asta welatê cîhanê de ne, lê Kurdistan take herême bi fermî beşdarî dike.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin li gel serokkomarê Iraqê û serokê herêmê cuda pêkanî. Ev yek nîşan dide Kurdistan di asta cîhanê de xwedî piştevaniyeke bihêze.

Newzad Hadî got, welatên mezin ên cîhanê bi nirxeke taybet ve li Kurdistanê dinêrin. Û got, serokê herêma Kurdistanê jî bo Washingtonê hatiye vexwandin.

Basnews
Top