• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Siûdiyê civiyan

Gulan Media January 22, 2020 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Siûdiyê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê kom bû û rewşa xwepêşandanên li Iraqê û daxwazên wan û paşeroja proseya siyasî ya wî welatî gorûbêj kirin. Di civînê de tekezî li ser aramkirina rewşê û rêgirtina gurrbûna aloziyan kirin.

Kombûna Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Mîr Feysel bin Ferhan el Siûd, berdewamiya dîdar û kombûnên Serokê Herêma Kurdistanê bû li Davosê.

Peywendiyên Siûdiyê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî, metirsiya serhildana teror, rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û girîngiya hewlên bo aramkirina girjiyan li navçeyê, rwşa pêkhateyan li Iraqê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, alîkarî û hevkariya Xaça Sor a Siûdiyê bo wan diyartirîn mijar bûn ku di kombûnê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Rudaw
Top