• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

Gulan Media January 21, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir û got, "Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo bipêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin."

Donald Trump di hilbijartinên 5ê Çiriya Paşîn a 2024an wekî serokê nû yê Amerîkayê hatibû hilbijartin,

Li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo sondxwarina destbikarkirina Donald Trump merasêmek hat lidarxistin.

Donald Trump îro sond xwar û bi fermî bû 47emîn serokê Amerîkayê.

"Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Trump kir.

Nêçîrvan Barzanî di peya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha got:

Li ser navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez Donald Trump ji bo destbikarbûna wî wekî serokê 47emîn ê Amerîkayê pîroz dikim.

Em hevkariya xwe ya bihêz a bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo pêşvebirina aştî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin."

 

Rudaw

Top