Wezîrê Berevaniya Îtalyayê li Hewlêrê ye
Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini piştî serdana Bexdayê, bi serdaneke fermî îro êvarê gihîşt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin
Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Berevaniya Îtalyayê ligel berpirs û rayedarên Herêma Kurdistanê çend hevdîtinan pêk bîne.
Lorenzo Guerini di heyama 35 rojên dawiyê de, cara duyem e ku serdana Herêma Kurdistanê dike.
Guerini 17ê Kanûna 2019an serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di hevdîtina ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de soza alîkariyên berdewam dabû.
Îtalya yek ji walatên di nav Hevpeymaniya Navdewletê ya li Dijî DAIŞê cihê xwe heye ye û piştî Amerîkayê herî zêde wî welatî li Herêma Kurdistanê û Iraqê şêwirmendên serbazî hene. Îtalyayê li Herêma Kurdistanê 800 û li Iraqê 600 serbaz hene.
Hikûmeta Îtalya ji aliyê lojîstîkî û perwerde ve rasterast alîkariya Hêzên Pêşmerge dike.
Rudaw
