VÎDEOGRAFÎK – Peywendiyên Kurdistan û Amerîkayê
Îro Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê dest pê kir û dê heta 24ê vê mehê berdewam be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de beşdar dibe û dê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, û hejmarek serkirdeyên din û wezîrên welatan bicive.
Di darbarê peywendiyên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê de, bêjerê Rûdawê Dilibixwîn Dara, vîdeografîk amade kiriye.
Davos bajarekî di nava berfê de ye, di nava çiyayên bilind ên Swîsere de hatiye avakirin, nifûsa wê nêzîkî 12 hezar kes e. Her sal, serkirdeyên welatan, li wê derê kom dibin û paşeroja cîhanê gotûbêj dikin.
Serokê Amerîka Donald Trump, îsal jî li wir e. Her ji vî derê jî dibe ku bi twîttekê siyaset û aboriya cîhanê vehejîne. Trump rojekê pesna yekî dide, roja din jî çavan lê sor dike.
Êdî wiha bûye ku xelk li Amerîka serê sibê ji xew radibe û çaverê ye, ka dê Trump çi bike û çi bêje.
Serokê bihêztirîn dewleta cîhanê Donal Trump û serokê take statûyeke destûrî ya itîraf pê kirî bi navê Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hev dibînin.
Nêçîrvan Barzanî hewl daye balansê çêbike û Herêma Kurdistanê hem ligel Amerîka û hem ligel Îranê û welatên din jî xwedî pêwendiyên baş be, ev jî ne karekî rihet e, her kes nikare bike.
Vê yekê jî wiha kiriye ku hem Washington û hem jî Tehranê wî dawetî bikin û hez dikin ligel wî bicivin. Berê jî kêfa Amerîkiyan ji Nêçîrvan Barzanî re hatiye.
Di dema bûyerên 16 Cotmeha 2017an de, dema li Kurdistanê hinek deng hebûn daxwaza ragihandina “Hikûmeta Rizgariya Niştimanî” dikirin, wê demê Koşka Spî, bi serokatiya Trump daxuyaniyek belav kir û got: “Dil li dil nedin, behsa jî nekin, ji ber ku bê sûd e. Li cem me Herêma Kurdistana bihêz bi destê serokê hikûmetê ye, navê wî jî Nêçîrvan Barzanî ye.”
Ji sala 1991ê ve, Amerîka Herêma Kurdistanê diparêz e.
Sala 1998an Rêkeftina Washingtonê dawî bi “şerê birakujî” anî û diplomateke weke Madlên Olbrayt destê Serok Mesûd Barzanî û Celal Talebanî xiste nav destên hev û qonaxeke nû li Kurdistanê destpê kir.
Sala 2003yan, dema Amerîka xwest rejîma Sedam bixîne, Hewlêrê piştgiriya Amerîka kir û li Bexdayê jî li ser sifreyê, di damezrandina hikûmetê û artêşê û nivîsandina destûrê de, beşdar bû.
Wan salên piştî xistina Sedam, li başûr û naverasta Iraqê, 4.890 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û zêdetirî 32 hezar leşker jî birîndar bûn, lê li başûrê Kurdistanê, yek leşker jî nehate kuştin, ji tiliya yek Amerîkiyekî dilopek xwîn nehat.
Amerîkiyan her demê tekez kirin ku Kurdistan Iraqeke din e. Yanî Iraqa ku dixwestin ava bikin û leşkerên xwe ji bo wê dane kuştin. Lê di dema nakokiyan de, ligel Bexdayê, her demê Hewlêrê gazin ji Washingtonê dikir, ku bi rola xwe ya temam ranabe, ji bo ku mafên xelkê Kurdistanê, bi taybetî jî, li Navçeyên Veqetandî, mafên wan bêne parastin û neyên xwarin.
Dema di sala 2014an de, şerê DAIŞê destpê kir, dîsa weke dema xistina Sedam, Amerîka berê xwe da Hewlêrê û piştgiriya Pêşmergeyan kirin.
Di wî şerî de, hezar 742 pêşmerge şehîd bû û 10 hezar û 720 pêşmerge jî birîndar bûn. Her vê yekê jî wiha kir ku Trump bi sersamî behsa Pêşmergeyan bike û pesna wan û xelkê Kurdistanê bide.
Di rojên borî de, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrîşan hat û parlementoya Iraqê jî biryara derxistina hêzên Amerîkî û welatên din ji Iraqê da. Lê Kurdan û Sunneyan biryar red kirin û Nêçîrvan Barzanî jî, di rojên borî de got, niha ne dema wê yekê ye ku Amerîka ji Iraqê derkeve.
Niha jî li Davosa di nava berfê de, her du serok Barzanî û Trump behsa paşerojê dikin, lê bi bêhneke fireh, ne ku bi kelegermî, ew dûr dibînin, xweş dibînin
Rudaw
