Îsraîl 1890 Filîstiniyan li hember 33 kesên Îsraîlî azad dike
Wezareta Derve ya Misrê ku aliyekî rêxistinker ê vê agirbestê ye ragehand, îro 18.01.2025ê ragehand; Di qonaxa yekem a agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê de 1890 Filîstînî li hember 33 rehîneyên Îsraîlî tên azad kirin.
Kanala Sky News a erebî belav kir; ‘’Misirê ragehandiye, di qonaxa yekem a ku 42 rojan berdewam bike de û demjimêr 08:30ê roja yekşemê ango 19.01.2025ê destpê dike, Îsraîl dê 1890 girtiyên Filîstînî bên azad kirin.’’
Misir spasiya xwe pêşkeşî dewleta Qeterê kiriye ji ber hevkarî û hemahengiya berdewam a ji bo serxistina plana agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê. Herwaha rola serekî ya îdarya nû ya Amerîkayê ya di serokatiya Trump de jî bilind nirxandiye.
Hêjayî gotinê ye ku biryare roja 19.01.205ê agirbesta şerê Xezeyê dê bê cîhbicîhkirin û agirbest 3 qonaxan li xwe digre.
Basnews
