• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji Ednan Muftî: Kak Mesûd Barzanî xwedî roleke giringe di avakirina yekdengiya Kurdan de

Gulan Media January 19, 2025 Nûçe
Ji Ednan Muftî: Kak Mesûd Barzanî xwedî roleke giringe di avakirina yekdengiya Kurdan de

Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê û yek ji damezrînêrên YNKê behsa giringiya civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dike û amaje bi wê yekê dike ku Serok Barzanî dikare roleke giring li navçeyê bilîze.

Ednan Muftî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew civîna Kak Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî giringe ji bo yekbûna Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê û karekî gelek giring bû. Hêvî dikim pêngavên giringtir li dû wê bên, ji ber kurdan pêwîstiya wan bi yekrêziyê heye. Ev jî pêngavekî giring bû ji bo geheştina yekrêziyê. Hêvî dikim pêngavên paşerojê yên PDK û YNKê li Başûrê Kurdistanê bigehin encam û hikûmet demekî kurt de bê ava kirin. Ji ber bûyer gelek bilez pêktên. Ev kareke baş bû, hêvî tên kirin ku ew hemahengî û hevkarî li gel yek berdewam bike.’’

Herwaha got: ‘’Kak Mesûd Barzanî xwedî dîrokekî demdirêje. Serokê Herêma Kurdistanê bûye û Serokê PDKê ye, xwedî girseya gel e û dikare rola zêdetir bibîne, bendewarî hene ku destpêşxeriya wî berdewam bike ji bo geheştina bi yekrêzî ku em hemû li gel yek li hember pêşhateyan rawestin ku gelek pêşketin tên hêvî kirin. Bi taybet li Rojava û Başûr û Bakurê Kurdistanê bê ku destwerdanê bikin li karên yek, lê ji ber ku ew qonax gelek giringe divê em yek bin. Giringe em vê qonaxê li berçav bigrin. Dijmin hewl dide kurd negehin armancên xwe, ji bo wê jî hevkariya navbera Kurdan de gelek giringe.’’

Ednan Muftî got; ‘’Giringe mifayê ji xebata Başûrê Kurdistanê bê wergirtin û ezmûnên me hene, ew nakokiyên li vê derê hebûne ku li wê derê nebe. Paşeroja navçeyê de yekrêziya kurdan a navxweyî dê gelek tişta diyar bike û divê têgeheştinekî baş ji bo pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê jî hebe. Bi taybet ew pirsgirêk peywendiya wan bi Rojhilata Navîn ve hene. Ji bo wê pêngavên Kak Mesû Barzanî û civîna wî ya li gel Mezlûm Ebdî giringe û ez daxwaz dikim hêzên Kurdî bi giştî jî piştevaniyê lê bikin.’’

 

Basnews

Top