• Wednesday, 11 February 2026
logo

Agir bi bazara qomaş firoşan ya Dihukê ket

Gulan Media January 21, 2020 Nûçe
Agir bi bazara qomaş firoşan ya Dihukê ket
zirareke mezin ber bazarê ketiye
Duhê direniya şevê agir bi beşek ji bazara qomaş firoşan ya di nava sûka Dihukê de ket.

Her çend ev agira han ti zirarên canî nebûye lêbelê zirarên madî yên gelek mezin di qomaş firoşên bazarê gehandiye.

Hêzên agirvemirandinê jî karîne piştî demeke kêm ji çê bûna bûyerê, biçin cîhê bûyerê û agir vemirînin.
Top