• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Dihokê dronek ket: Ciwanek birîndar bû

Gulan Media January 18, 2025 Nûçe
Li Dihokê dronek ket: Ciwanek birîndar bû

Li nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê dronek ket û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Bûyer îro li devera Gera Çelkeyê ya nêzîkî nahiyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê qewimî.

Şêniyê herêmê Karzan Mehdî ragihand ku dema ew digeriyane dronek ketiye.

Karzan Mehdî ji Rûdawê re got ku di encama bûyerê de hevalê wan Wehdî Sadiqê 25 salî birîndar bûye.

Xelkê ciwanê birîndar bir Nexweşxaneya Amêdiyê.

Karzan Mehdî da zanîn ku ew nizanin dron a kê ye lê li herêmê şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de berdewam in.

 

Rudaw

Top