• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mihemed Bazyanî: Li gor madeya 140, Iraq nikare yek alî muamelê bi petrol Kerkûkêr re bike

Gulan Media January 18, 2025 Nûçe
Mihemed Bazyanî: Li gor madeya 140, Iraq nikare yek alî muamelê bi petrol Kerkûkêr re bike

Serokê Tevgera Helwesta Geşe li Kurdistanê behsa wê dike, ku biryara Iraq di derbarê petrol Kerkûkê de xirabe û bandoreke siyasî ya xirap derdixe pêş, ji ber wê jî divê vegerînin bo madeya destûr û di wî milî de mamele bê kirin.

Serokê Tevgera Geşe li Kurdistanê Dr. Mihemed Bazyanî ji BasNewsê re ragehand: “Nabe bêy Herêma Kurdistanê ti rêkeftek li sînorê Kerkûkê bê kirin, yan jî rola Herêma Kurdistanê ji nedîtîve were destgirtin, ji ber ku li gor madeya 140 a destûra Taîmî ya Iraqê, ew herêm herêmên bi nakok in û divê bi hev re bên birêvebirin.”

Herwaha aşkera kir: “Niha di warê siyasî de Herêma Kurdistanê dikare li dijî Iraqê doze tomar bike, ku bêy vegerandina bo Herêma Kurdistanê çûye rêkeftina petrol ya li ser bîrên wî bajarî li gel kompanyayên Brîtanî kiriye, ev mijar hîn astengiyên wê yên siyasî hene, nabe Iraq wê yasa û madeyan piştguh bike.”

Herwaha got: “Dema ku Iraq dikare li Kerkûkê wê girêbestê bike, ku wê demê madeyek nebe bi navê madeya 140, lê madem heye û beş û yasaya wan li destûrê heye, ku rêvebiriya hevbeş bê kirin, êdî nabe ew pêngav bi yek alî lê bê temaşe kirin.”

 

Basnews

Top