• Tuesday, 10 February 2026
logo

Munîre Qazî Mihemed destxweşiyê li Serok Barzanî dike

Gulan Media January 18, 2025 Nûçe
Munîre Qazî Mihemed destxweşiyê li Serok Barzanî dike

Keça Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, “Ez destxweşiyê li bizavên Serok Barzanî dikim, ku merem jê hevgirtin û yekdengiya navmala Kurdan li Başûr û Rojavayên Kurdistanê ye.”

Munîre, Keça Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed, îro (În, 17.01.2025) peyameke vîdyoyî parve kir û piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê diyar kir.

Munîre di wê vîdyoyê de dibêje, “Ez destxweşiyê li bizavên Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dikim, ku merem jê hevgirtin û yekdengiya navmala Kurdan li Başûr û Rojavayên Kurdistanê ye.”

Keça Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed behsa xewn û hêviyên babê xwe jî kir û got, “Xewn û hêviyên babê min li Rojavayê Kurdistanê nêzî bicihhatinê bûne.”

Munîre di dawiya peyama xwe de jî hêviya serkeftinê ji bo tevaya dilsozên gelê Kurd dike.

 

 K24
 

Top