• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma sûndxwarinê ya Donald Trump dibe

Gulan Media January 17, 2025 Nûçe
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma sûndxwarinê ya Donald Trump dibe

 Heta niha hejmarek ji rêvebir û nûnerên welatan bo beşdariya li merasîma sûndxwarinê ya Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump giheştine Washingtonê. Biryar e Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bibe. 

Merasîm dê roja 20.01.2025 li avahiya Capitol a Washingtonê bê lidarxistin. Herwaha di nav mêvanên vexwendî de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfa Ezîz jî ji bo beşdarbûna merasima sûndxwarina 47emîn Serokê Amerîkayê hatiye vexwendin.

Tirîfa Ezîz ji Kurdistan24 re got: “Em li bendê ne ku li gel hikûmeta nû ya Amerîkayê kar ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên herdemî ligel wî welatî bikin.”

 

Basnews

Top