Kerkûk – Kurdekî li dadgehê gilî li berpirsê perwerdeya bajêr kir
Aktîvîstê kurd Edhem Cuma, ku xelkê Kerkûkê ye, ji BasNewsê re got, min roja 19 vê mehê li dadgehê gilî li berpirsê giştî yê perwerdeya Kerkûkê Ebd Elî Husên kir.
Li ser naveroka giliya xwe jî Edhem Cuma got, ew kesê ku niha berpirsê giştî yê perwerdeya Kerkûkê ye, ne fermî ye û bi awayekî demkî hatiye danîn. Li gorî qanûnên Iraqî, lazim bû ew herî zêde heta roja 25 meha Cotmeha par li ser posta xwe maba û ji wê rojê ve cîgirê berpirsê giştî, ku kesekî kurd e, li şûna wî hatiba danîn. Lê wî wisa nekir û heta niha wek berpirsê giştî yê perwedeya Kerkûkê kar dike.
Wî aktîvîstê kurd da zanîn, bi vî halî jî wî berpirsî neheqiyek mezin li kurdan kiriye ji ber ku bi kêfa xwe karmend yan jî mamosta îstixdam kiriye. Vêca min ji ber wê yekê gilî li wî kir.
Bi gotina wî aktîvîstê kurd, dadgehê dest bi lêpirsînê kiriye û dê biryara dawî li ser wî bide.
Basnews
