• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka dixwaze hêzên xwe li Kurdistanê û herêmên sunne yên Iraqê kom bike

Gulan Media January 20, 2020 Nûçe
Amerîka dixwaze hêzên xwe li Kurdistanê û herêmên sunne yên Iraqê kom bike
Roja yekşemê serçaweyekî siyasî yê Iraqê belav kiriye ku Amerîka dixwaze hêzên xwe yên serbazî li herêmên sunne yên Iraqê û Herêma Kurdistanê kom bike.

Medyaya Iraqê ji ser zarê berpirsekî bilind ê Iraqê belav kiriye bi hatina milîsên Heşdî Şabî bo başûrê Iraqê û Bexdayê wê hêzên Amerîkayê jî derbasî herêmên sune yên Iraqê û Herêma Kirdistanê bi cî bibin.

Piştî kuştina Fermandarê Spaya Quds Qasim Silêmanî û Cîgirê Desteya Serokatiya Heşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendis hemû hêzên şîe bi yekrêz daxwaza wê yekê dikin ku hêzên Amerîkayê ji nava xaka Iraqê bihêne derxistin.

Heger hêzên Iraqê li ser wê helwêsta xwe berdewam bin weke bijarde Amerîka wê hêzên xwe vekişînin Herêma Kurdistanê û herêmên sunne yên Amerîkayê.

Beriya bi çend hefteyan Parlementoya Iraqê bêyî beşdariya parlementerên kurd û sunne biryara derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê standibû.
Top